شبكة لالش الاعلامية

Iraq alîkariya darayî dide jinên rizgarbûyî yên Kurdên Êzidî

Iraq alîkariya darayî dide jinên rizgarbûyî yên Kurdên Êzidî

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê alîkariya darayî pêşkêşî wan jinên Kurdên Êzidî dike ku ji destê rêxistina DAIŞê hatine rizgarkirin.

Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê, Nofil Mûsa îro di konferanseke rojnamevanî de li Bexdayê ragihand, wezareta wan weke alîkariya darayî, dê 2 milyon dînarê Iraqî bide her jineke Kurda Êzidî ku ji destê çekdarên DAIŞê hatiye rizgarkirin.

Nofil Mûsa got: “Êzidî xelkên resen ên wî welatî ne û bi hezaran salan di avakirina şaristaniya wî welatî de beşdar û alîkar bûne. Niha jî ew sembola aştî, tifaq, hezkirin û pêkvejiyanê li gel hemû pêkhateyên din ên Iraqê ne.”

Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê da xuyakirin: “Wezareta Koç û Koçberan bi 2 milyon dînarî alîkariya jinên Êzid yên rizgarbûyî dike. Di destpêkê de jî dê ew alîkarî ji bo 100 jinên rizgabûyî be.”

Nofil Mûsa destnîşan kir, “Wezareta Koç û Koçberan bi tevahî piştgiriya daxwazên yasayî yên Êzidiyan bi taybet di warê dabînkirina mafên wan ên ayînî û jiyanê de dike.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî û Wezîrê Enerijyê yê Amerikayê Rick Perry civîyan

Lalish Duhok

Bi piştevanya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê rêka cot saydê Perstgeha Laliş hate vekirin

Lalish Duhok

Di Lûtkeya NATOyê de, welatên endam piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê dubare kirin

Lalish Duhok