شبكة لالش الاعلامية

Nûnerê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Perestgeha pîroza Lalişê kir

Nûnerê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Perestgeha pîroza Lalişê kir

BasNews

Nûnerê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 12.10.2022an serdana perestgeha Lalişê ya kurdên êzdî kir.

Bi armanca pîrozkirina Cejna Cemayê li kurdên êzdî bi nûnertiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter serdana perestgeha Lalişê kir. Di wê serdanê de Nûnerê Baregeha Barzanî Ebbas Xezalî û Qeymeqamê Şêxanê Serdar Yehya di şanda Dr. Elî Teter de cîh girtin. Mîrê êzdiyan Mîr Hazim Beg pêşwazî li şanda mêvan kir.

Di divînê de li ser navê Mesrûr Barzanî Dr. Elî Teter cejna Cemayê li Mîr Hezîm Beg, civata ruhanî û xuşk û birayên êzîdî li Kurdistan û cîhanê bi dilxweşî pîroz kir û vê xwest bi aramî were pîrozkirin.

Herwiha Dr. Elî Teter: ‘’Em îro li ser navê Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatine perestgeha Lalişê û pîrozbahiyê li mîrên êzdiyan, civata Rûhanî û hemû xuşk û birayên şîe yên Kurdistanê dikin.

Ji aliyê xwe ve,Mîr Hezîm spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û got: Cihê şanaziyê ye ku Serok Barzanî, Serokwezîr û parêzgarê Duhokê giringiyê bi vê cejnê dane. Cejna Cemayê ya me û gelê êzdî nîşan dide ku li Kurdistanê bihevrejiyana olî û etnîkî gelek xurt e û em ji her kesî re serkeftinê dixwazin.”

 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 2024 kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok

Amerîkayê li ser girtina Demirtaş ne razîbun nîşan da

Lalish Duhok

Wezareta Xwandina Bilind ya Kurdistanê: %100 derçûyên îsal yên pola 12 derbasî zankoyan dibin

Lalish Duhok