شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo pêşwazîya hijmareka xendevanên Êzidîyên Ermenistanê kir

Şêx Şamo ji bo xwendevanên Êzidîyên Zanîngeha Êrîvanê :

– Kurdistan welatê kalkê Êzidîya ye ji ber hindê jî hun neha li welatê kalkên wene

– Piştevanî u alîkarîya van serdanên bi vî rengî ji erkê bingehê Lalişe

W. Hejar Midîr Dawud / Niîsîn –Jafer Simo – LMN ( Lalish Media Network )

Di seredaneka taybet da ya xwendevanên Êzidî li Zanîngeha Êrîvanê – Ermenistanê ji bo Desteya bilinda bingehê Lalş li Duhokê ku bi yawerîya berêz Cemîl Silêman wezîrê berê yê hukometa kurdistanê basê gringîya li hevguhartina serdanan di neqeba Êzidîyên kurdistanê u Ermenistanê da hate kirin .

Berêz Cemîl Silêman got : piştî me serdana Ermenistanê kirî me dît pir giringe ku em piştevanîya xwendevanên Êzidî bikin yên Ermenistanê da ku serdana welatê Kalkên xwe bikin , Silêman go jî rewşa zidîyên Ermenistanê pir xirabe him bîr kirna erf u edatên xwe u him jî rewşa aburî ya wan perîşane, Silêman ew yek jî got gencên Êzidîya Ola xwe ji bîr dikin  u berê wan tê dayîn ji bo Erf u Edetên nû  ku  ew jî bi  dewletêve girêdaye .

ji bal xweve berêz Şêx Şamo serokê desteya bilinda bingehê Laliş xweşhalîya xwe anî ziman li ser wê dest pêşxerîyê u serdana xwendevanên Êzidî bo kurdistanê , Şêx Şamo li ser kar u çalakîyên Bingehê Laliş xeber da u got liser pirogiramê Êzidîyatiyê  ji bo xwendevanên zidî li kurdistanê serperiştî hate kirin ji bal bingehê laliş ve u  bi piştevanîya hukometa kurdistanê u ew babetê Êzidîyatiyê hate vegohastin bo Pîtên Latînî da ku Êzidîyên Europa u welatên Êketîya Sofyeta berê u Turkîya jî mifayê jê wergirin .

ji alyek di ve Şêx Şamo li ser rewşa Êzidîyên kurdistanê xeber da u got : rewşa me başe li bin sîbera hukometa herêma kurdistanê u emê hewil bidin ev rengê serdanên weha di berdewam bin .

Şêx Şamo ji bo wan xwendkarên Êzidîyên Ermenistanê got jî : hun îro li welatê bav u kalên xwene, neha hun li nav kes u kar u merovên xwene .

Piştra wan xwendevanên Êzidî yên zankoyên Ermenistanê axiftin kirin u basê rewşa xwe xwendinê u pirsgirêkên Kurdên Êzidî yên welatê Ermenistanê kirin ji layek din ve  bal kişan din li ser rewşa civakî u Olî u gotin : gencên me îro ber bi nasnameyek din ve dicin u rewşa me sedem u pirsgirêk hene ..

Li dawiyê jî Şêx Şamo serokê Bingehê Laliş wek xêrhatin u piştevanî ji bo wan xwendevanên Êzidîyên Ermenistanê çend xelat u dîyarî pêşkêşî wan kirin.

Her di vê serdanê da hijmareka xwendevan u mamostayên  Êzidî li zanîngeha Duhok u Endamên Bingehê Laliş  u mêvana amadebûn .

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dadgeha Duhokê ji bo kujerê keça Êzdî Axîna 6 salî û bavê wê biryara darvekirinê da

Lalish Duhok

Keçeka Kurda 11 salî li bajarê Meyadîn yê Sûriyê ji destê DAIŞê hate rizgarkirin

Lalish Duhok

Ji ber barîna baranê gelek xaniyên xelkê Şingalê hilweşiyan

Lalish Duhok