Takên civakî di karin diyarda tund û tîjyê kêm bikn
Dengê lalish veguhastin Çinar Şemo
Dyarda tund û tîjê bi hemû şêweyên xo ve pirseka cîhanye , ku êke ji dyardên metrsydar di mêjuya mirovayetyê da li cîhanê di ête dîtin , herwesa tund û tîjyî di bite egerê peyda bûna civakê ne aram . ev dyarda tund û tîjyê ne girêdayî bi kesekî ve yan netewekî yan cihekê cografî dyar kirî ve ye , belku dyardeke li nav piranya milletên cîhanê ya ber belave û di ête dîtin , tund û tîjî di nav civakê me yê kurdewarî day a heyî heta astekî û di bite egerê peyda bûna gelek arîşa di nav xêzanê da , weku (jêk ve bûna xêzanê ,û dûrkeftina zarokan ji êk) tund û tîjî ji hindê di êt demê bawerî di navbera jinê û zelamê wê da kêm di bit ,yan namînit , wî demî jin û zilam jêk cuda di bin û hindek zarok di mînin di gel deykê û hindek di gel babî û ev zaroke ji dilovanya dayk û baban û dilovanya êk û dû bê behr di bin , weku xuşk û bira.
”Bo nemana dyarda tund û tîjê divêt dam û dezgehên hikumî û rewşenbîrî û rêkxrawên medenî pitr role xwe bibînin ”
Gelek corên tund û tîjê hene weku tund û tîjî dijî afretê ewe ya demê zelam rêzê li hestê wê û biryara wê negrt û yeksanî di navbera wan da nebit û afret nikart biryarê li ser çarenivîsê xwe bidet bo paşerojeka geş û jîyaneka xweş û serferaz bi azadî bijît , pêtvye jin û zelam rêzê li biryarên êk û dû bigrn, daku pitr têgehştin di navbera wan da hebit û ronahî bikefte jîana herdûkan û civakê kêm tund û tîjî pryda di bit , herwesa dijî zaroka tund û tîjî di ête bikarînan demê dayk û bab zarokê xwe di qutit , demê deyk û bab sozekê di dene zarokî û bi cih ne înin , eve jî mezintirîn tund û tîjîye beramber zarokî , xêzan mafê zarokî ne detê di jyanê da, û pilanê zarokê xwe nizanit bo paşerojê çine û girngyê nedete axftina zarokê xwe demê ew zarok e hest ket, ku wî çi girngî nyne di nav xêzana xowe da , zarok ayndê her milletekî ye di vêt ne ête qutan , çunku behatrîn tişt di zêzanê da zaroke . corekî dî yê tund û tîjê dijî gîyaneweran li welatên pşkeftî gelek girngyê didene gîanweran di nav mala xoda û xudan di kin di gel zarokê xo bê ku cêwazî bi kefte di navbera wî gîanewery û zarokê xoda. Belê li welatê meda giringî bi gîanewery na hête dan bi hemû renga di ête pişt guh havêtn û di ête qutan , taku dyarda tund û tîjê di nav civakê me da kêm bit divêt hemû taken civakî rêzê li êk û dû bigrn çi jin yan zelam bit yan zarok bit da pitr bi jyaneka aştî bijîn , dysa divêt dam û dezgehên hikumî û rewşenbîry û rêkxrawên medenî rolê xo bibînin , taku ev dyarde nemînit .
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
