شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî spasiya Koreya Başûr kir

Mesrûr Barzanî spasiya Koreya Başûr kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Koreya Başûr li Bexdayê Choi Sung-soo kir û ji ber piştevaniyê spasiya Koreya Başûr kir.

Li gorî daxuyaniya Serokwezîriyê, di hevdîtinê de peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr hatin gotûbêjkirin.

Hat ragihandin ku Sung-soo di derbarê projeyên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê de brîfîngek pêşkêş kir û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dostane li gel Herêma Kurdistanê kir.

Hat ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûn û piştevaniya Koreya Başûr di proseya geşepêdana Herêma Kurdistanê de û projeyên hevbeş ên li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Ajansa Hevkariya Navdewletî ya Koreyê (KOICA) spasiya Koreya Başûr kir.

00CH

Wêne: Serokwezîriya Herêma Kurdistanê

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî:pêwîstiya Iraqê bi stratejiyekê heye daku aştî û aramî tê de peyda bibe

Lalish Duhok

ŞINGAL – Di êrişa Tirkiyê de berpirsekî YBŞê jiyana xwe ji dest da

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Ji rojnamevanên Kurdistanê daxwaz dikim bi awayekî azad û profesyonel û rast nûçeyan bigihînin

Lalish Duhok