شبكة لالش الاعلامية

Barzanî: Kurdistan dê weke navenda pêkvejiyana hemû netew û olan bimîne

Barzanî: Kurdistan dê weke navenda pêkvejiyana hemû netew û olan bimîne

Hewlêr (Rûdaw) Di roja cîhanî ya Lêborînê de, Serok Barzanî peyamek belav kir û ragihand, Herêma Kurdistanê dê herdem weke navenda pêkvejiyana tevahiya netew û ol û mezheban bimîne.

Di peyama xwe de, Serok Barzanî dibêje: “Lêborîn û aştî û pêkvejiyan, kultura bi hezaran sal a gelê Kurdistanê ye, gelek hewl  ji bo jinavbirina vî nirxê bilind hatine dan, lê belê di ti rewşekê de guhertin bi ser de nayê.”

Naveroka peyama serok Barzanî wiha ye:

“Lêborîn, hevqebulkirin û pesendkirina cudahiyane, ji pîvanên nasîna gel û welatên pêşketî ne, di çarçoveya pirensîpên sereke yên rihê demokrasiyê de ye jî. Sedema sereke ya serkevtin û pêşketina Herêma Kurdistanê jî, vedigere bo rihê pêkvejiyan û lêbûrînê, ku sîmayeke xweşik û şaristanî daye Kurdistanê û ev yek li navçeyê mînaka vê kêm e.

Lêborîn, aştî û pêkvejiyan, ferhenga bi hezaran sale ya gelê Kurdistanê ye, gelek hewl hatin dan, daku vî nirxê bilind jinav bibin, lê di her rewşekê de jî guhertin bi ser de nehat û Herêma Kurdistanê herdem dê weke navenda pêkvejiyana tevahiya netew û ol û mezheban bimîne.

Hemû ol û bihayên bilind ên mirovatiyê, tekeziyê li ser bihêzkirin û kûrkirina tifaq, pêkvejiyan û lêborînê dikin, lewra divê dezgehên me yên perwerdehî û çandê giringiyeke bêtir bidin vî warî û bi awayekî berfireh handanê li ser vê çandê bikin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Seroka Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya li Parlamentoya Ewropayê Nathalie Loiseau ragihand, Yekîtiya Ewropayê ji rewşa Şingalê nîgeran e.

Lalish Duhok

Firaksyona PDKê piştgirî da biryara encumena Kerkûkê ya bilindkirina alaya Kurdistanê

Lalish Duhok

Şaneyeke DAIŞê hat girtin

Lalish Duhok