Agirê li daristanên Tirkiyê berdewam e
Hewlêr (Rûdaw) – Agirê li daristanên Tirkiyê berdewam e û di encama agirpêketina Daristanên Manavgatê de heta niha 7 kes mirine û 507 kes jî birîndar bûne. Li gellek taxan hê jî av û elektrîk tine. Tîmên cuda cuda jî hewil didin ku alîkariyan bigehînin heremê
Navçeya Manvgatê ya Antalyayê ku di warê geştiyariyê de yek ji cihên diyar e, bi rojane ji destê agirekî bi hêz dinale. Li gorî dawî amarên fermî yên Wezareta Daristanê ya Tirkiyê Ji 28ê meha borî heta 1ê vê mehê li 13 cihên Manavgatê daristan şewitîne. Di encamê de jî 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û 507 kes bîrindar bûne. Li gellek gund mezrayan av û elektrîk tine. Tîmên şaredariyê jî hewil didin ku alikariyên pêwîst bigehînin heremê.
Karmendê şaredariya Antalyayê Hasan Merter dibêje “Bi fermana serokê şaredariya Antalyayê me av aniye. Em hewil didin ku avê bigehînin birayên xwe.”
Li navçe û navçeyên Manavgat, Serîk , Aksekî û Murtîçî hê jî bi dehan cihan şewata daristanan berdewam e. Nêzîkî 4 hezar endamên agirvemirandinê û tenduristîyê hewla vemirandina agiran didin. Hê jî di serî de xwarin û vexwarin beşeke zêde ya pêwîstiyan nagihinin heremê, beşek şaredarî û komeleyên mirovî jî hewil didin ku xwarin û vexwarinê bo tîmên agirvemirandinê û xelkê li heremê dabîn bikin.
Endame Meqfa Mirov Mehmet Sabri Dere got “Me weke Weqfa Mirov ji Antalyayê av aniye. Av heye lê ava cemidî nîye. Ji bilî avê me xwarin jî aniye xwarinên taştê em belav dikin.”
Di encama agirpêketina daristanên Manavgatê de zerar û ziyaneke mezin jî bi ajelên kovî û kevî ketine. Li gorî amarên fermî yên wezarata daristanan herî kêm 200 ajelên mezin weke çêlek û ga û zêdetirî 2 hezar serî pezê biçûk weke mî û bizin telef bûne. Şewatê heman demê zerareke mezin daye ajelên nav daristanê jî. Tîmên xwebexş yên ajelhezan jî hewla rizgarkirina ajelan didin.
Jîngeparêz Demet Sancak dibêje “Me weke grubeke ajelparêzan ji bo ajelan xwarin aniye. Em xwarinê deynin ser rêya û cihên guncav. Rewşa ajelan gellek xirab e.”
Li gorî amarên Wezarata Daristanan ya Tirkiyê di nava sê rojan de li başur rojavayê Tirkiyê li 112 daristanan şewat derketiye û beşeke zêde ya wan şewetan jî hatine kontrol kirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
