شبكة لالش الاعلامية

Kazimî: Nabe welatekî din Iraqê birêve bibe

Kazimî: Nabe welatekî din Iraqê birêve bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî diyar kir; nabe welatekî din Iraqê îdare bike.

Mistefa Kazimî di gotara xwe ya heftane de diyar kir; Iraq ji aliyê asayîş û siyaseta derve, divê serbixwe bibe û nabe welatekî din Iraqê birêve bibe.

Kazimî destnîşan kir ku Lûtkeya Bexdayê bi awayekî serkeftî hatiye encamdan û derket holê ku dostên Iraqê li navxwe û li derve gelek in, divê beriya her tiştî berjewendiya Iraqê li ber çavan were girtin û nabe li ser hesabê welatên herêmê be.

Herwiha diyar kir ku divê Iraq vegere ser heman rol û pêgeha xwe, ku xwedî dîrokeke mezin e.

Serokwezîrê Iraqê dibêje; di bin çi nasnavî de dibe bila bibe, nabe dewleteke din Iraqê îdare bike û nabe Bexda ligel cîhana derve aşnayiya wê tunebe, ku Iraq bûye qada nakokiyên navbera Îran û Amerîkayê, bandora wê jî li ser aramiya Iraqê heye.

Mistefa Kazimî ji welatiyan daxwaz jî kir ku bi awayekî aktîv beşdarî hilbijartinên pêşwext bibin, ku biryar e 10ê Cotmeha îsal were birêvebirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dest bi êrişa bejayî kir

Lalish Duhok

Perlemanê Kurdistanê ji yê Îraqê xwest gotinên perlemantara Goran şermez bike

Lalish Duhok

Bi wêne…Li Çînê erd şimitî; 141 kes bin axê de man!

Lalish Duhok