شبكة لالش الاعلامية

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî sobe bi ser awareyên çiyayê Şingalê de belav kir

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî sobe bi ser awareyên çiyayê Şingalê de belav kir

BasNews – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi alîkariya saziyeka Almanî bi sedan sobên neftê bo awareyên çiyayê Şingalê dabîn kir.

Berpirsê ofîsa dezgeha xêrxwazî ya Barzanî li Şingalê, Pîr Deyan ji BasNewsê re got, ji ber ku em di werza sermayê de ne me îro hejmarek mezin ji sobên neftê bi ser awareyên çiyayê Şingalê de belav kir.

Pîr Deyan her wiha got, hejmara wan sobeyan 1300 lib bû û me bi alîkariya saziya Karîtas ya Almanî bi ser awareyan de belav kir.

Wî berpirsê dezgeha xêrxwaziya Barzanî anî ziman jî, wan beriya niha alîkarî û nefta spî jî bi ser awareyên çiyayê Şingalê de belav kiribûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Merasîmeka ji hejî bo nûjenkirina aqda Şêxmend û Şêx Fexrê adîya hate gêran

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Hêvî dikim aştî û biratî her tim li navçeyên me be

Lalish Duhok

Biryara desteser kirinê bo wî kesî derket ewê sivkatî bi aynê Êzidiyan dikir.

Lalish Duhok