شبكة لالش الاعلامية

Hikûmeta Kurdistanê wêneyê Nadiye kir pula postê

Hikûmeta Kurdistanê wêneyê Nadiye kir pula postê

Çavkanî: K24

Hikûmeta Herêma Kurdistanê wêneyê keça Êzîdî, Nadiya Murad li ser pula postê çap kir.

Nadiya yek ji keçên Êzîdî ye ku kariyee ligel gelek malbatan xwe ji dest çekdarên DAIŞê rizgar bikin.

Piştî ku Nadiya di civata Encûmena Asayişa Navdewletî de gotarek pêşkeş kir, navûdengiya wê li cîhanê veda.

Ji ber xweragiriya Nadiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew wek sembola keçê Êzîdî da zanîn û wêneyê wê li ser puleke posta fermî çap kir.

Nadiya Murad beriya niha ligel rayedarên Misrê û Kuwêtê civiya bû.

Nadiye temen 21 salî ye, ji gundê Koço yê ser bi Şingalê ve ye, di Tebaxa 2014an de, dema ku DAIŞê êrîşî Şingalê kiribû, ew ligel hezaran Êzîdî revadibû.

Nadiye karî piştî 3 mehan, ji dest çekdarên radîkal ên DAIŞê bireve. Niha jî dixwaze serpêhatiya Êzîdî bigihîne hemû cîhanê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

ŞINGAL – Di êrişa Tirkiyê de berpirsekî YBŞê jiyana xwe ji dest da

Lalish Duhok

Kurdên Êzdî li Tirbe Spiyê piştevaniya Nadiye Murad dikin

Lalish Duhok

5 jin û 3 zarokên êzidî ji DAIŞê hatine rizgarkirin

Lalish Duhok