شبكة لالش الاعلامية

NY: Piraniya koleyan kurdên êzîdî ne!

NY: Piraniya koleyan kurdên êzîdî ne!

Rudaw

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand rêxistina DAIŞê li herêmên kontrol kirin, nêzîkî 3 hezar û 500 kes kirine kole.

Neteweyên Yekbûyî derbarê kesên wek kole li Iraqê ji aliyê rêxistina  DAIŞê ve tên bikaranîn de raporek belav kir.

Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî piraniya kesên DAIŞê kirine kole, jin û zarok in.

NYê diyar kir ku li herêmên DAIŞê kontrol kirin, tawanên şerî û tawanên mafê mirovan tê kirin û herwiha dibe ku kiriyarên jenosîdî jî tên kirin.

Di rapora ji aliyê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatiye amdekirin de tê de hatiye gotin ku piraniya kesên ji aliyê rêxistine ve wek koleyan tên bikaranîn kurdên êzîdî ne.

Di raporê de hatiye destnîşan kirin ku li Mûsilê di navbera 800 û 900an de zarok ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

Herwiha hatiye amaje kirin ku li Iraqê herêman di bin kontrola DAIŞê de mirov ne tenê ji ber şer, pevçûn û tundiyan dimirin herwiha ji birça jî mirov jiyana xwe ji dest didin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

bingehê laliş pîrozbahîya Nadîa Murad dike , û daxwaz dike zulma li serê Êzidyan hatî neyê bikar înan bo meremên sîasî

Lalish Duhok

PDK li ser betalkirina du kursiyên xwe nerazî ye: Kursiyên me hatine talankirin

Lalish Duhok

Peyama Bingehê Laliş bo sala nû 2023ê

Lalish Duhok