شبكة لالش الاعلامية

Dexîl Hemo Şingalî : Şingal

 hozanek bi navê Şingal

Dexîl Hemo Şingalî

Sibe
ez winda me
ez ne ezim
gelek bi lezim
rê dûrim
bê navûnîşanim
tu min nabînî
çend bigerî
bitirsî bilerizî
çend bipirsî
ez nînim
bigirî
ne girî
ez çi bikim
janên te herişandim
wek warê hezar salî
ji kok û binî herifandim
min çi qas tu vîyay
û çi qas mam westîyay
li kura dil da her tu may
û te ez kuştim bi derbekê
te hêlam daliqandî
li ber rehma vî zemanî
û nû tu poşmanî
û min ev jî zanî
wek min nabînî
ti mirov û însanî
wisa bi te ra rast bi dilovanî
ez çûm û çûm
ketim ber çiya û keleha
te ne da min çi qîmet û beha
loma îro bûme weha
dûrbûm bi sal û meha
bûme leylan û çûm
xelas bûm
ji ber çava winda bûm
û winda bûm
2016-5-5    ŞINGAL

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

WÊNE – Başîk Piştî DAIŞê

Lalish Duhok

Biryara desteser kirinê bo wî kesî derket ewê sivkatî bi aynê Êzidiyan dikir.

Lalish Duhok

Kemal Tolan: Li vê salvegera cejna cemaya mizgîniyekê bidine Êzdiyan û bibêjin, me destûrda ku qanûnên hesabê salnam, rojî, îd û erafatên Êzdîtiyê bikin yek..

Lalish Duhok