شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî û balyozê nû yê Amerîka li Îraqê kombûn

Nêçîrvan Barzanî û balyozê nû yê Amerîka li Îraqê kombûn

Çavkanî :Waar Media

Serok wezîrên herêma Kurdistanê ragehand; pêdvîye her ji niha, planeka sîyasî û êmnahî bo Mûsilê piştî Daişê bê danan.

Li gorî nûçeyekê malperê fermî yê hikûmeta herêmê, Nêçîrvan Barzanî serok wezîrên herêma Kurdistanê, pêşwazî li Doglas Seleman, balyozê nû yê Amerîka li Îraqê kirîye û di kombûnekê da, herdu alîyan dupatî li xurtkirina peywendîyên Hewlêr û Waşintonê, dîsan Hewlêr û Bexdayê kirin.

Dîsan bas li operasyona rizgarkirina Mûsilê jî kirin û serokwezîrên herêmê xwwest, her ji niha planeka sîyasî û êmnahî bo Mûsilê piştî Daişê bê danan.

Barzanîyê serok wezîr, serbarî ragîhandina temama piştevanîya hikûmetê bo balyozê nû yê Amerîka, daxwaz ji civaka navdewletî jî kir, alîkarîyên zêdetir yên mirovî pêşkêşî awareyên herêma Kurdistanê bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

berpirsê leqa şeş balîozê berî yê Îraqê li Vîena seredana perstgeha pîroza laliş kir

Lalish Duhok

DUHOK – Du zarokên şingalî karên giran dikin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş Baedrê berîkaneka zanstî û rewşnbîrî bo gencan encamda

Lalish Duhok