شبكة لالش الاعلامية

Şingal- Li Xanesorê xaniyê êzîdiyekî bi fîşekan hat şewitandin

Şingal- Li Xanesorê xaniyê êzîdiyekî bi fîşekan hat şewitandin

BasNews 

Li nahiya Xanesorê ya bajarokê Sinûnê yê Şingalê, ku ji aliyê PKKê ve hatiye zeftkirin, xaniyê welatiyekî bi fîşekên çekdarên PKKê şewitî. Berpirsekî Şingalê jî dibêje, ev zengila metirsiyê ye li ser kurdên êzîdî.

Endamê encumena bajarê Şingalê Xeyrî Zîban ji BasNewsê re got, îro li nahiya Xanesorê, ku ji aliyê PKKê ve hatiye zeftkirin, xaniyê welatiyê bi navê Seydo Hecî Elî rastî êrişa çekdarî hat û şewitî.

Xeyrî Zîban her wiha got, PKK dixwaze bi van bûyeran xelkê wê deverê bitirsîne ji ber wê jî divê xelkê wir bizane ku ev bûyer zengila metirsiyeka mezin e li ser wan.

Endamê encumena Şingalê anî ziman ku ewên ku fîşek avêtine mala wî welatiyê êzîdî, nayên naskirin û got, lê Xanesor di destê PKKê de ye û kesê ku mala wî hatiye şewitandin jî, welatiyekî normal e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

“Heta PKK û hêzên din yê neyasayî li Şingalê bin rewşa wê aram nabe

Lalish Duhok

Johnson bo Nêçîrvan Barzanî: Em piştevanên daxwaza te ne

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Siberoja Iraq û Herêma Kurdistanê bi hemû cûre kirina çavkaniyên dahatê ve girêdayî ye

Lalish Duhok