شبكة لالش الاعلامية

Li kampên Duhokê rewşa darayî ya koçberên Kurdên Êzidî xirab e

Li kampên Duhokê rewşa darayî ya koçberên Kurdên Êzidî xirab e

Ji aliyê Yûsif Mûsa 22-6-2019
Ji ber bêkariyê hewl didin bi rêya karê destî û behreyên xwe, debara jiyana xwe bikin

Duhok (Rûdaw) – Kurdên Êzidî yên li kampa Çemişko ji ber bêkariyê hewl didin bi rêya karê destî û behreyên xwe, debara jiyana xwe bikin.

 

Dirustkirina qefesan û wênekêşan yek ji wan karan e ye ku bi rêya frotina wan, Kurdên Êzidî pereyan ji xwe re peyda dikin.

 

Welatiyê bi navê Seîd Silêman ji Rûdawê re diyar kir ku ew karê qefesên kewan dike daku debara jiyana xwe bike.

 

Xwendekarekî zanîngehê ku li kampa Çemişko ya li Zaxoyê dijî û malbata wî ji pênc kesan pêk tê, bêkarî derdê wî yê herî mezin e.

 

Xwendekar Îsa Cirdo destnîşan dike ku ew xendekarê Zanîngeha Zaxoyê yê Beşa Derûnnasiyê ye, dixwaze di havînê de kar bike daku bikare sala bê xwendina xwe bidomîne û debara xwe bike.

 

Awareyên Kurdên Êzidî di nav kampan de tûşî rewşeke dijwar bûne, li gor amara Qaymeqamiya Qezaya Şingalê %85ê awareyên Şingalê li parêzgeha Duhokê bêkar in.

 

Welatiyê bi navê Hecî Êzdîn dibêje ku ew karê fêkiyan dike, ji sibehê heta êvarê li pey debara jiyana xwe ye.

 

Ehmed Kirêt ku welatiyekî bêkar e, dibêje ku li cem xelkê pere tine, yê hebin jî pereyên xwe dernaxin, li bendê ne ku rewş çawa be.

 

Li gor amarên Qayimeqamiyeta qezaya Şingalê,  85% ya koçberên Şingalê li parêzgeha Duhokê bêkar in. Li Duhokê 14 kampên koçberên Kurdên Êzidî hene û 360 hezar kes têde dijîn

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Bi hezaran Ezidî li welatên biyanî tertûbela bûn

Lalish Duhok

NY di referanduma Kurdistanê de bê alî dibe

Lalish Duhok

DAIŞê berpirsiya xwe di ber teqîna Bexdayê de ragihand

Lalish Duhok