شبكة لالش الاعلامية

DAIŞê li Kerkûkê êrîşî binkeyeke dengdanê kir

DAIŞê li Kerkûkê êrîşî binkeyeke dengdanê kir

Kerkûk (K24) – Çekdarên DAIŞê li sînorê Kerkûkê êrîş kirin ser binkeyeke dengdanê.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ji Kerkûkê ragihand; çekdarên DAIŞê li gundê Setîhî yê ser bi bajarokê Reşad ê li sînorê parêzgeha Kerkûkê, êrîş kirin ser binkeyeke dengdanê.

Li gor zanyariyên nûçegihanê me, hîn jî şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê  çekdarên DAIŞê berdewam e.

Ev di demekê de ye ku vê êvarê Rêveberê Pêwendî û Ragihandinê yê Wezareta Navxwe ya Iraqê Se’d Mien ragihand; plana parastina proseya hilbijartinan û navendên dengdanê bi temamî bi ser ket.

Se’d Mien diyar kir ku ev yekem car bû piştî 2005an proseya dengdana hilbijartinan birêve diçe û qedexeya hat û çûnê nehat ragihandin û plana ku hatibû danîn ji bo parastina navendn dengdanê serkeftî bû.

Îro yekşemê 10ê Cotmeha 2021ê proseya dengdana giştî ya hilbijartinên gera pêncem a Parlamentoya Iraqê birêve çû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste behra herêmê ji qerên navdewletî bê dabînkirin

Lalish Duhok

Heşda Şeibî li Şingalê xendekan dikole

Lalish Duhok

Serok Masud Barzanî bi buneya salvegera Rîfrandomê :Tarîtiya şevê her divê biçê û Zincîr jî her divê biqetê

Lalish Duhok