شبكة لالش الاعلامية

Serokê Bingehê Laliş pêşwazî li derhênerê sînemayî Newzad Şêxanî kir

Serokê Bingehê Laliş pêşwazî li derhênerê sînemayî Newzad Şêxanî kir
Tora Laliş/Dihok

Îro roja sê şembûyê 12î adara 2024ê,li baregayê Bingehê Laliş li Dihokê rêzdar “Seîd Cirdo” Serokê Bingehê Laliş pêşwazî li derhênerê sînemayî yê efrêner “Newzad Şêxanî” û hevalên di gelda kir.

Bi berhevbûna “Cehfer Simo” û “Dawd Murad Xetarî” endamên desteya bilinda bingehê laliş, di dîdarê da herdû alyan tekezî li xurtkirina peywendiyan û encamdana karên hevpişk li dahatî kirin.

Serokê Bingehê Laliş berhevya bingehî nîşanda li ser pîşandana şakara wî fîlmê (TORÎN) li Dihokê û çend deverên êzdiyan bi siponserya Bingehê Laliş li havîna bêt da.

Şêxanî xweşhaliya xwe derbrî bo seredana Bingehê Laliş û pêşwazya germ ya li wî hatye kirin.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Hesekê bi hezaran kes koçber bûn

Lalish Duhok

Belave kirina harîkaryên xwarnê bi ser 70 xêzanên rizgarbuyan li deverdarya Şarya

Lalish Duhok

Salvegera 65emîn ya Damezrandina PDK a Sûriyeyê pîroz be

Lalish Duhok