شبكة لالش الاعلامية

DUHOK – Du zarokên şingalî karên giran dikin

DUHOK – Du zarokên şingalî karên giran dikin

Rûdaw

Du birayên bi navê Barzan û Besam ji Şingalê aware bûne û ev 3 sal in li ser wesayîtên bînasaziyê dixebitin.

Gelek zarok ji ber şerê DAIŞê li gel malbatên xwe aware bûne û ji perwerdehiyê dûr diketine. Herwiha ew zarok ji ber giraniya jiyan û debara malê, di karên ne li gor temenên wan de dixebitin.

Du birayên bi navê Barzan ku 13 salî ye û Besam ku 9 salî ye, li ser wesayîta lodêr, dor bi dor şofêriyê dikin û her rojên ku kar hebe, dikarin 15 – 30 hezar dînaran (12 – 24 dolar) bibin mala xwe.

Zarokê 13 salî Barzan diyar kir, ku ji ber êrişa DAIŞê ya bi ser Şingalê, ji cih û warê xwe reviyane û dibêje ku gava rewşa Şingalê baş bibe, ewê vegere warê xwe û dest bi dibistana xwe bike.

Bavê her du zarokan diyar dike, ku ew ji ber ku zarokên wî li ber çavên wî karên giran dikin, dilteng e, lê aşkere dike, ku barê giran ê jiyanê ew neçar kiriye ku kurên xwe jî weke xebatkarên din bide xebitandin.

Dayîka Barzan û Besam destnîşan kir, ku ew naxwaze zarokên wê bixebitin, lê ji ber hejarî û belengaziyê neçar maye ku bihêle kurên wê bişuxilin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Duhok – 13 kargeh dê bên çêkirin û nêzîkî hezar derfetên kar dê ji bo xelkê peyda dibin

Lalish Duhok

Dijeterora Kurdistanê: Şehîdkirina Emîn Îse berdewamiya kiryarên dijmirovahî yên PKK’ê ye

Lalish Duhok

Civata Êzîdiyên Sûriyê ji ENKSê vekişiya

Lalish Duhok