شبكة لالش الاعلامية

Piştî xwepêşandanan Ebadî gav avêt: 3.5 milyar dolar terxan dike

 Rûdaw Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî xwepêşandanan biryar da ji bo xizmetguzariyên parêzgeha Besrayê 3 milyar û 500 milyon dînar were terxankirin.

Îro (14-07-2018) danê êvarî li bajarên başûrê Iraqê, Kerbela, Necef û Besrayê xelk rijiyane ser cadeyan û dest bi xwepêşandanê kirin. Wezareta Navxwe ya Iraqê jî amadebaşî ya temamî ragihand.

Piştî xwepêşandanên li van parêzgehan Serokwezîrê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar da ji bo xizmetguzariyên parêzgeha Besrayê 3 milyar û 500 milyon dînar were terxankirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Besrayê Mistefa Goran li Besrayê ragihand, ku xwepêşander ketine nav avahiya Encûmena Parêzgeha Kerbelayê.

Peyamnêrê me da zanîn, ku li Necef, Mîsan û Besrayê jî xwepêşandan tên kirin.

Herwiha peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê Helkeft Ezîz jî ragihand, ku bi armanca piştgiriya xwepêşanderên Besrayê, xelkê Bexdayê jî li Qada Tehrîr kom bûne û nêzîkî 3 demjimêran xwepêşdandan kirine.

Li gorî gotina peyamnêrê me li hemû kolan û cadeyên Bexdayê leşker hatine bicîhkirin da ku pêşiya berfirehbûna çalakiyan bigrin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî biryar da 736 milyar dînar ji bo bicîhanîna projeyên xizmetê bê cuda kirin

Lalish Duhok

Bi fermana wezarî kesekî êzîdî weke şêwirmendê Serokatiya Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin.

Lalish Duhok

Serokwezîr Barzanî soz da nûnerên mamostayên nerazî

Lalish Duhok