شبكة لالش الاعلامية

Xaça Sor: Bi sedan zarok di girtîgehên mezinan ên Sûriyê de ne

Xaça Sor: Bi sedan zarok di girtîgehên mezinan ên Sûriyê de ne

BasNews – Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî (ICRC) radigihîne, bi sedan zarok di girtîgehên mezinan ên Rojavayê Kurdistanê de girtî ne.

Xaça Sorê diyar dike, piraniya wan zarokan ji Kampa Holê ya li Hesekê bo girtîgehên mezinan hatine veguhastin.

Rêveberê Rojhilata Navîn ê Xaça Sor Fabrizio Carboni di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, bi sedan zarok ku piraniya wan kur in û hin ji wan 12 salî ne, di girtîgehên mezinan de girtî ne, ew girtîgeh jî ji bo wan ne guncaw e.

Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî careke de bang li welatan kir ku welatiyên xwe li gor ji Kampa Holê werbigirin û li gorî yasayên navdewletî, pabendî “hevgirtina malbatê” pêk bînin.

Kampa Holê li bajarê Heseke wek kampa herî metirsîdar a ser asta cîhanê tê hejmartin. Li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Zaxo – Pêşmergeyekî Şoreşên Îlon û Gulanê koça dawî kir

Lalish Duhok

Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Başûrê Kurdistanê dike

Lalish Duhok

Bi çavdêrya berêz”Şêx Şamo” heşt salya wexerkirna honermend”Xidr Feqîr” hate saxkirin

Lalish Duhok