شبكة لالش الاعلامية

Rêveberê koç û koçberiya Duhokê: 27 hezar malbatên koçber Şingalê ji grubên çekdar nikarin vegerin

Rêveberê koç û koçberiya Duhokê: 27 hezar malbatên koçber Şingalê ji grubên çekdar nikarin vegerin

BasNews – Rêveberê koç û koçberiya Duhokê aşkera kir, heta naha 27 hezar malbatên koçberên Şingalê li kampên Duhokê mane û ji ber tirsa grubên çekdar nikarin vegerin ser mal û halên xwe.

Rêveberê koç û koçberên Iraqê yê parêzgeha Duhokê Îskender Mihemed Emîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li Duhokê 16 kampên koçberan hene ku hemû rûniştvanên wan kampan jî xelkê Şingalê û xelkê sînorê Şingalê ne.’’

Îskender Mihemed Emîn got: ‘’27 hezar malbat di nav wan kampan de dijîn û ji ber rewşa Şingalê xirabe, heta naha jî nevegeryane ser mal û halên xwe.’’

Rêveberê koç û koçberên Duhokê amaje bi wê yekê jî kir ku heta rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de neye bicîhanîn û Pêşmerge nevegere bajar, koçberên Şingalê amade nînin vegerin navçeyên xwe.’’

Îskender Mihemed Emîn red kir ku ew kampane bên daxistin û got: Ti biryarek ji bo daxistina kampên koçberên Şingalê tine û ti malbatek jî bi zorê nayê şandin.

Rêveberê koç û koçberên Duhokê aşkera kir, hin xelkê rûniştvanê kampan vegeriyane Şingalê, lê ji ber rewşa xirab a bajar û hebûna grubên çekdar û revandina zarokan, careke din dubare hewla vegera kampan didin.’’

Çalakvanên Şingalê dibêjin, çekdarên ser bi PKKê zarok û ciwanên Şingalê direvînin û wan vediguhêzin bo Qendîlê û wan li wê derê dikin çekdarên xwe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

ÇIMA KURDÊN MISILMAN JI NÛ VE NIKARIN BIBIN ÊZIDÎ?

Lalish Duhok

Gencekî Êzidî xelatê êkê bi yarya bazdanê bi dest xist.

Lalish Duhok

Bingehê laliş : birîndar kirina hestê Êzidya nayê qebul kirin

Lalish Duhok