شبكة لالش الاعلامية

Civata Şingalê:PKK bazerganiyê bi dosyeya Şigalê dike

Civata Şingalê:PKK bazerganiyê bi dosyeya Şigalê dike

 BasNews

Serokê civata Şingalê diyar dike ku em hêvîdar bûn ku PKKe Şingalê col bike lê belê bi mixabinî ve wan partiyeke nû ava kir û wek diyare ew bazerganiyê bi dosyeya Şingalê dikin û ev yeke jî cihê qebûl kirinê nîne.

Serê civata bajarokê Şingalê, Weyîs Nayîf ji bo BasNewsê ragehand ku:”Ew Bazerganiyê bi êş û azarê Şingaliyan dikin mixabin 400 hezar welatiyên Şingalê penaberên û ji ber PKKê nikarin vegerne ser milk û malên xwe û heyama du salane ku Sinûnê hatiye rizgarkirin lê belê heta niha tenê seda 2 xelk vegeriya ser malên xwe û  di demkê de ku divê Şingalê col bikin û rê xweş bikin ji bo vegera Şingliyan, astengên mezintir çê dikin.”

Di berdewamiyê de wî berpirsî got ku:”Heger bi alîkariya Herêma Kurdistanê nebaya yek kes  li Şingalê nedihate rizgarkirin û pêşmergeyên qehreman heta niha 500 şehîd dane ji bo azadkirina Şingalê û niha nêzîkî 70 kîlometr sînorê Şingalê jî aliyên Pêşmergeyan ve tê parastin.”

Weyîs Nayîf herwaha got ku:”Mana PKKê li Şingalê bûye sedemek ku xelkê nekar vegere ser malên xwe û sed hezar car mixabin ku PKKe bazerganiyê bi dosyeya Şingalê dike.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Konê Reş: (7. Duhok Internatiyonal Film Festival)

Lalish Duhok

Sîrwan Barzanî: Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li Sergeran operasyonek hevbeş pêk anîn

Lalish Duhok

Dîndar Zêbarî: Em biryara Parlamentoya Almanyayê bilind dinirxînin

Lalish Duhok